Trump: Îran Wê Kontrolkirina Berfireh a Çekê Navokî Qebûl Bike

Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê, peyameke kurt û zelal li ser çekên navokî yên Îranê weşand.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got ku "her kes dizane ku Îran dê kontrolkirina mezin a çekan qebûl bike, daku di siberojê de ‘Rastgoyiya Navokî’ nîşan bide."

Ev peyama Trump piştî civînên Swîsreyê hat ku du rojan li Swîsrayê di hatin dom kirin ku civîn di navbera Amerîka û Îranê de bûn, û bi navbeynkarîya Pakistan û Qeterê çêbûn daku peymaneke aştîyê çêkin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump heftaya borî Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê bi Îranê re îmze kirbû. Li gor wê rêkeftinê, şer di navbera herdu welatan de disekine û Tengava Hormuzê ji bo bazirganîyê vedibe. Herwiha, Îranê soz da ku ew çekên navokî çênake û herdu alîyan 60 roj wext dan hev daku bigihin rêkeftineke giştî.