Trump Nûçeya ku Serokê Parlemana Îranê Gotiye “Em Birçî ne" Parve Kir

U.S. President Trump speaks about the helipad being constructed on the South Lawn at the White House

Serokê Amerîkayê Donald Trump, sibehê îro Duşemê, raporteke malpera Newsmax li ser Truth Social parve kir, ku tê de Serokê Parlemana Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf, derbarê rewşa aborî ya Îranê de gotiye ku ew birçî ne.

Qalîbaf hişyarî daye ku hêza leşkerî bi tenê nikare rejîma Îranê biparêze, heke gel birçî be û rewşa aborî her ku diçe xirabtir bibe. Wî gotiye: “Em birçî ne, em nikarin bijîn.”

Li gor Newsmax Qalîbaf gotiye ku hêza leşkerî ji hêza aborî nayê veqetandin. Wî ewlehî û aborî wekî “du bask”ên hevdu girêdayî binav kir, ku her yek ji wan bi ya din ve girêdayî ye.

Parvekirina Serok Trump gotina berpirsê herî bilind yê Îrane di demekê de tê ku Washington dixwaze fişarên aborî li ser Îranê zêde bike.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, Scott Bessent, îro Duşemê dê cezayên nû li dijî Îranê ragihîne. Ew van cezayan wekî “mezintirîn êrîşa aborî ya ku heta niha li dijî dijberekî hatiye lidarxistin” binav kiriye.

Li nav Îranê raport îro Duşemê dibêjin ku pereyê Îranê, rial, gihîştiye asta herî nizm a dîrokê. Di bazarên diravan de, nirxê rialê Îranê daket û yek dolar gihîşt 2 milyon û 20 hezar rial.

Rêjeya fermî ya Banka Navendî ya Îranê nêzî 1 milyon û 500 hezar rial e ji bo yek dolarê, lê piranîya Îranîyan rêjeya bazarê bikar tînin.