Trump Bacên Nû yên Gumrikê li Ser Çîn û Ewropayê Pêşniyaz Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê pêşniyazia sepandina bacên nû yên gumrikê li ser 14 hevkarên bazirganî, ku Çîn û Yekîtiya Ewropayê jî di nav de ne, ragihand.

Ajansa Associated Press (AP) ragihand ku rêveberiya Serok Donald Trump plan dike bacên gumrikê yên li ser kelûpelên Çînî bi rêjeya ji sedî 20 zêdetir bilind bike, û bacên hawirdekirinê li ser berhemên Yekîtiya Ewropayê, Japonya, Koreya Başûr, Taywan û neh hevkarên din ên mezin ên bazirganî zêde bike.

Ajansa Reuters ragihnd ku berpirsekî bilind ê Amerîkayê derbarê vê yekê de got: "Em dizanin ku ew ji van rêkaran hez nakin, lê em li aramiyê bi Çîniyan re digerin. Çîn jî li aramiyê bi me re digere." Wî herwiha diyar kir ku civîna Trump a hefteya borî bi Serokê Çînê Xi Jinping re "bi rastî gelekî baş bû".

Berpirsê Amerîkî herwiha tekez kir ku bacên nû dê ji wan sînorên gumrikî derbas nebin ên ku di her peymaneke bazirganî ya bi rêveberiya Trump re hatine destnîşankirin, di nav de banê ji sedî 20 ji bo Çînê di dema serokatiya duyem a Trump de, li gorî rêkeftina bi Pekînê re ku ev saleke berdewam dike û biryar e di 10ê meha yek sala 2027 de bi dawî bibe.

Ev pêşniyar beriya ku bikeve warê cîbicîkirinê, dê di qonaxa nirxandin û guhdarîkirina giştî re derbas bibe. Berpirs got ku ev yek dikare cîbicîkirinê heta meha yek paş bixe.