Xanima Yekem a Amerîkayê Melania Trump dê bi xwe nûnerên Rûsyayê û Ukraynayê, li Koşka Sipî kom bike. Ev civîn piştî wê tê ku di meha borî de li bajarê Oleshky agirbestek bi navbeykarîya xanima yekem hate ragihandin.
Ofîsa Melania Trump roja Sêşemê di daxuyanîyekê de got ku XanimaYekem a Amerîkayê dê bi xwe nûnerên Rûsyayê û Ukraynayê, ku niha di nav şer de ne, li Koşka Sipî bîne cem hev.
Li gorî daxuyanîyê, armanca vê civînê pêşxistina hewlên aştîyê û zêdekirina danûstandinên di navbera herdu alîyan de ye.
Ofîsa Melania Trump herwiha agirbesta sînordar a ku meha borî li bajarê Oleshky hate ragihandin wek "gavekî dîplomasî ya bêwêne ji alîyê Xanima Yekem a Amerîkayê ve" binav kir û got ku ev hewl dikare ji bo kêmkirina alozîyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de bibê alîkar.
Melania Trump dê roja Pêncşemê, 5'ê Mijdara 2026'an, demjimêr 11'ê sibehê (bi dema rojhilatê Amerîkayê), li Koşka Sipî derbarê agirbesta li Oleshky de axaftinekê pêşkêş bike.