Serokê Amerîkayê Donald J. Trump, bi boneyê Roja Serxwebûnê îro roja Şemîyê peyamek weşand û pesna qerebalixiya mezin û girseya gel a li paytext Waşîngtonê (D.C.) da.
Trump li ser platforma Truth Social ragihand ku " Tevî berzîya pileyên germayê, ku ne ewqas xirab e wekî ku diaht pêşbînîkirin, girseya gel a li D.C. ecêb e! Evîna Welatê me qet ewqas bihêztir nebûye! Nimayîşên esmanî di asteke ku berê nehatiye dîtin de ne, Çi pîlotên mezin, çi alavên mezin!!
Trump da zanîn ku ew ê li dora demjimêr 10ê şevê li Beramberî Lincoln Memorial gotarekê pêşkêş bike.
Trump di dawiya peyama xwe de Roja Serxwebûnê pîroz kir û bi van gotinan dawî li peyama xwe anî: "Welatê me ji her demê xurtir e!"