Trump John Coale Wek Nûnerê Taybet ji bo Karûbarên Rehîneyan Hilbijart

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku John Coale, parêzer û nûnerê Amerîkayê ji bo karûbarên Belarusê, wek Nûnerê Taybet ê Serokatîyê ji bo Karûbarên Rehîneyan, bi pileya balyoz, hilbijartiye.

Trump di peyamekê de li ser tora civakî Truth Social got ku Coale di sala borî de di vegerandina zêdetirî 65 welatîyên Amerîkî û hevalbendên Amerîkayê ji Belarusê de rol hebûye.

Li gor Trump, Coale herwiha danûstandin ji bo azadkirina zêdetirî 800 girtiyên siyasî li çend welatên Rojhilatê Ewropayê kiriye.

Trump herwiha got ku Coale dê di erka xwe ya nû de ji bo vegerandina welatîyên Amerîkî bo welatê wan bixebite.

Serokê Amerîkayê herwiha spasîya Adam Boehler, nûnerê berê yê Amerîkayê ji bo karûbarên rehîneyan, kir. Wî got ku Boehler di vegerandina 196 rehîneyan de rol hebûye.

Trump ragihand ku Boehler dê wek şêwirmendê payebilind berdewam bike û li ser mijarên din bixebite.