Rubio û Fîdan li Ser Pirsên NATO û Hormuzê Dicivin

Hakan Fîdan û Marco Rubio

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio ragihand, ku wî û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fidan li ser pêwîstîya pabendbûnên berevanîya NATO'yê û danana nexşa civîna bê ya hevpeymanîyê li Tirkîyê danustandin kirin.

Marco Rubio li ser platforma X'ê got “ Wî û Fidan behsa vekirina Tengava Hormuzê û xurtkirina aramîya herêmî kir.”

Berê, Wezîrê Derve yê Amerîka gotibû, ku eger hikûmeta Îranê vekirina Tengava Hurmuz red bike, pêdivî bi "nexşe bijareke din" heye.

Ev danûstandin di demekê de tên ku alozîyên li Rojhilata Navîn berdewam in û nîgeranî li ser ewlehîya enerjîyê û rêyên keştîvanîyê li Tengava Hormuzê hene.