Trump Dibêje Ew Dixwaze Îrlandayeke Yekbûyî Bibîne

Serokê Amerîka Donald Trump îro Şemîyê got ku ew pir hez dike herdu parçeyên Îrlandayê bibin yek welat.

Ev daxuyanîya Serokê Amerîkî di dema serdanekê de bo Dublinê hate dayîn.

Serok Trump piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîrê Îrlandayê Micheal Martin ji rojnamevanan re got: “Ez naxwazim bibim sedema ti pirsgirêkan, lê ez ji we re bibêjim, ez pir hez bikim Îrlanda yekbûyî bibînim û ez bawer dikim ev dê tiştekî gelek baş be.”

Li gor bendên peymana “Înê ya Baş” a sala 1998'an, referandumeke derbarê cûdabûna Îrlandaya Bakur ji Brîtanyayê, tenê bi biryara hikûmeta Brîtanyayê dikare were kirin.

Ew peyman bû sedema bidawîhatina 30 salan ji tundûtûjîyê di navbera neteweperestên Îrlandî yên ku daxwaza Îrlandayeke yekbûyî dikir û alîgirên yekîtîyê ligel Brîtanyayê.