Rubio û Miliband Zêdekirina Rola Ewropayê di Ewlehiyê de Gotûbêj Kir

US UK

Roja Çarşemê li Washingtonê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dosyayên ewlehiya Ewropayê û rewşa derbarê Îranê de ligel hevtayê xwe yê Brîtanî Ed Miliband re gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyekê de li ser Xê Wezîr Rubio got ku wan 'girîngiya hebûna roleke mezintir ya Ewropayê di misogerkirina ewlehiyê gotûbêj kirin.

Derbarê Îranê jî, herdu wezîran tekezî li ser misogerkirina derbasbûneke ewle li Tengava Hormuzê û rê girtina li hember Îranê ku çekên navokî pêş bixe û bi dest bixe kirin.

Hêjayî gotinê ye, ku Amerîkayê ji dema destbikarbûna rêveberiya Serok Donald Trump di xula berê ya niha de, gelek caran ragihandibû ku ew rê nadin Îran bibe xwedî çekê navokî, her wiha wî gotbû ku ew dixwazin berpirsiyariyên zêdetir di warê ewlehiyê de radestî hevalbendên xwe yên Ewropî bikin.