Washington ji Sûrîyê Dixwaze ku Çavdêrîya Ewlehîya Sînorên Xwe Bike

Encûmena Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê, 16'ê Mijdara 2026'an, civîna xwe ya asayî ji bo gotûbêjkirina pêşhatên siyasî, ewlehî û mirovî yên li Sûrîyeyê li dar xist.

Civîn bi beşdarîya nûnerên Neteweyên Yekbûyî û welatên endam birêve çû, û tê de tekezî li ser girîngîya piştgirîkirina qonaxa veguhêz, xurtkirina sazîyên dewletê, zêdekirina bersivdana mirovî, û rêzgirtina li serwerî û yekparçeyîya axa Sûriyeyê hat kirin.

Nûnera Amerîkayê Tammy Bruce di peyva xwe de, got, ku hikûmeta Sûrîyê di nava du salên piştî rûxandina rejîma Esed de, encamên watedar bi dest xistine, û peywendîyên xwe ligel welatên cîran û civaka navneteweyî ji nû ve ava kirine.

Bruce tekez kir ku Washington pêşwazîyê li hewldanên hêsankirina diyalogê di navbera hikûmeta Sûrîyeyê û Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) de kir, û piştgirî da rêbazên tevlîkirin û hilweşandina pêkhateyên leşkerî yên serbixwe, da ku bibin beşek ji sazîyên dewletê û artêşê.

Wê dîsan pesnê pêşketinên berdewam ên Sûrîyê di warên pêşîneyên siyasî, mirovî û ewlehîyê de dike, û pesnê hewldanên hêzên ewlehîyê yên Sûriyê da ji bo pûçkirina êrîşên terorîstî û parastina navendên girîng.

Bruce bang li hikûmeta Sûrîyeyê kir ku çavdêrîya ewlehîyê li ser sînoran, bi taybetî sînorê ligel Libnanê xurt bike, û piştgirîya xwe ji bo diyaloga di navbera Sûrîyeyê û Îsraîlê de tekez kir, da ku bigihîjin çareserîyên domdar.

Derbarê dosyaya navokî de jî, nûnera Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku pêşketinên girêdayî vê dosyayê pabendbûna Sûriyê bi sozên xwe yên navneteweyî di warê rêgirtina li belavbûna çekên navokî de piştrast dikin.

Di civînê Encûmena Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de pêvajoya siyasî, jinûveavakirin û vejîna aborî, ligel têkoşîna li dijî terorê, paşmayên şer û pêdivîyên koçber û vegerîyayan hatin gotûbêjkirin.