Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Duşemê ragihand ku ji destpêka dema duyemîn a serokatiya Donald Trump ve, zêdetirî 175 hezar vîzeyên welatiyên biyanî hatine betalkirin.
Wezaretê di daxuyaniyekê de li ser Malpera xwe û platforma Xê de, diyar kir ku "vîzeyên wan welatîyên biyanî hatine betal kirin yên ku: hin merc binpê kirine, tawan encam dane, banga tundiyê li dijî welatiyên Amerîkî kirine, xapandin li dijî Amerîkiyan pêkanîne, sîstema koçberiyê bi şêweke xirab bikar anîne, an jî ewlehiya neteweyî xistine di metrisiyê de."
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve, piraniya kêsên vîzeya wan hatîye betalkirin ji ber: binpêkirin û tawanên ku pêwîstî bi destwerdana dezgehên cîbicîkirina qanûnê hebûye, û da zanîn ku êrîşkarî, ajokarîya di bin bandora alkholê de, dizî û tawanên girêdayî madên hişber ji sedemên sereke bûn.
Wezaretê her wiha amaje bi girtina tedbîran li dijî mijara kuu bi"geştiyarîya zarokbûnê - birth tourism" tê naskirin kir, û got ku balyozxaneyeke Amerîkî li Bakurê Afrîqayê zêdetirî 100 vîzeyên dê û bavan betal kirine, ku li gorî gotina wê, piranîya wan bi armanca bûnazarokan hatine Amerîkayê da ku zarokên wan bibin xwediyê nasnameya Amerîkî.
Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir ku ew ê berdewam be li ser şopandina wan biyaniyên ku wekî metirsî li ser ewlehiya gelê Amerîkî dibîne, lêkolîn û lêpirsînan di rewşên wan de bike, ger pêwîst bû, vîzeyên wan betal bike."