Cîhan Pîrozbahîya 250 Salîya Serxwebûna Amerîkayê Dike

Bi helkefta 250 salîya Serxwebûna Amerîkayê, serokên hikûmetan, sazîyên navnetewî û kesayetîyên navdar ên cîhanê peyamên pîrozbahîyê arasteyî Washingtonê kirin.

Di van peyaman de bal hat kişandin ser rola Amerîkayê di warê parastina azadî û sîstemên demokratîk de.

Papayê Vatîkanê Leo, ku bi xwe jî Amerîkî ye, bi boneyê 250'emîn salvegera damezrandina Amerîkayê bang li gelê Amerîkayê kir ku pabendbûna xwe ya bi prensîpên Ragihandina Serxwebûnê nû bikin û pîvanên yekîtî, dadmendî û aştîyê biparêzin.

Ev peyama pîrozbahîyê di merasîmeke taybet de li bajarê Philadelphia hat nîşandan. Di heman merasîmê de, ji aliyê Navenda Destûra Neteweyî ve "Medalyaya Azadîyê" bo Papayê Vatîkanê hat pêşkêşkirin.

Peyama Malbata Padşahî ya Brîtanyayê û Geşta Dîrokî

Ji Londonê, Malbata Padşahî ya Brîtanyayê peyameka pîrozbahîyê ya taybet bi rêya platforma X'ê belav kir û got: "250 salîya Amerîkayê pîroz be!"

Malbata Padşahî bal kişand ser serdana ya ku di meha Nîsana borî de ji alîyê Şah û Şahjinê ve ji bo Washington, New York û Virginia hatibû kirin, mîna rêzgirtinek û naskirineke pêşwext ji bo vê qonaxa dîrokî ya girîng.

Ev gihandina dîplomatîk a astbilind, kûrbûna peywendîyên stratejîk û taybet ên di navbera London û Washingtonê de nîşan dide.

Yekîtiya Ewropayê: Pênasên Azadî û Hevpeymanîya Transatlantîk

Seroka Yeketîya Ewropayê, Ursula von der Leyen pîrozbahîyeke germ arasteyî gelê Amerîkayê kir û got: "Îro em tevlî hevalên xwe yên Amerîkî dibin ji bo pîrozkirina 250 salîya serxwebûnê."

Von der Leyen destnîşan kir ku Ragihandina Serxwebûnê bû sedema avakirina neteweyeke nû li ser bingehên azadî û daxwaza bextewarîyê.

Wê got ku "Hevpeymaniya me ya ev 250 sal in ku bi rênîşandana nirxên me yên hevpar û girêdanên malbatî hatiye avakirin, û carinan ev hevpeymanî bi rêya wêrekiya mezin û qurbaniyên canî yên ji bo parastina azadiyê hatiye bihêzkirin."

Von de Leyen herwiha bal kişand ser "Peykerê Azadîyê" mîna sembola herdemî ya vê dostanîya mayînde di navbera Ewropa û Amerîkayê de.

Ukrayna Spasîya Piştgiriya Berdewam a Amerîkayê Kir

Li Kîevê, Wezareta Derve ya Ukraynayê pîrozbahiyeka germ arasteyî Hikûmet û gelê Amerîkayê û Wezareta Derve ya Amerîkî kir.

Wezaretê di peyama xwe de li ser Xê got, "Ukrayna pir girîngiyê dide hevkariya xwe ya stratejîk bi Amerîkayê re. Em ji bo piştgiriya berdewam a Amerîkayê ku alîkariya neteweya me kiriye ku serxwebûna xwe biparêze û jiyana bêhejmar rizgar bike, gelek spasdar in. Alîkariya berdewam a Amerîkayê ji bo Ukraynayê û zexta domdar a li ser Rûsyayê ji bo bidestxistina aştiyek berfireh, dadperwer û mayînde girîng e."

Çekya: Serxwebûna me Keça Serxwebûna Amerîkayê ye

Li Pragê, Wezîrê Derve yê Çekya Petr Macinka, bi rêya peyameka vîdyoyî ya taybet li ser platforma Xê, pîrozbahiyeka germ arasteyî gelê Amerîkayê kir.

Macinka di peyama xwe de bal kişand ser girêdanên dîrokî û bihayên hevpar ên di navbera her du welatan de û weha got: "Serxwebûna me, keça serxwebûna Amerîkayê ye."

Birca Eiffel bi Rengên Amerîkayê Ronî Bû

Li Parîsê, wekî rêzgirtineka taybet ji bo 250 salîya serxwebûna Amerîkayê, Birca Eiffel bi rengên ala Amerîkayê (Sor, Spî û Şîn) hat ronîkirin.

Ev pêngava balkêş, bîranîneke bihêz e ku nîşan dide dostanîya di navbera Fransa û Amerîkayê de dîrokeka pir kevnar e û vedigere sedsala 18an, dema ku her du welat wekî hevalbendên destpêkê piştgiriya hevdu kirin ji bo avakirina pênasên azadiyê.