Amerîka Piştgirîya Xwe ji bo Yemenê li Dijî Hûsîyan Nîşan da

Îro Yekşemê Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Yemenê, Neil Hop, li gel Serokê Encûmena Serokatîya Rêveber a Yemenê Reşad Elîmî, civîna yekê pêk anî.

Balozxaneya Amerîkayê li Yemenê, li ser platforma X'ê raginhand ku, di vê civînê de Balyoz Hop, pêşîniyên siyasetê yên Serok Trump anî ziman.

Di hevdîtinê de, hate diyarkirin ku Amerîka dê piştgirîya xwe ya ji bo hevparên xwe yên herêmî bidomîne; bi taybetî di warên ewlehîya deryayî, têkoşîna li dijî terorê û rawestandina êrîşên Hûsîyên ku ji alîyê Îranê ve tên piştgirîkirin û gefê li ewlehîya herêmê dikin.

Neil Hop dîplomatekî payebilind û pispor ê Amerîkî ye. Ew zêdetirî 24 salan e di Wezareta Derve ya Amerîkayê û sazîyên ewlehîyê de dixebite. Wî li Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê di gelek postên girîng de kar kiriye.