Trump Beşdarîyê di Merasîma Veşartina Şeş Serbazên Amerîkî de Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Xanima Yekem Melania Trump beşdarî di merasîma veşartina cenazeyên şeş serbazên Amerîkî li Baregeha Hêza Esmanîya Dover ya Kent County, Delaware kirin.

Serbazên Amerîkî di êrîşa dronekê de bi ser benderê Şeybae ya Kuweytê hatbûn Kuştin ku di erka piştgirîkirina Operasyona Hêrsa Dastanî (Epic Fury) de bûn.

Wezareta Şer ya Amerîka nasname ya sarbazan wiha aşkira kir, Jeffery O'Brien, 45 salî . Cody Khork, 35 salî. Nicole Amor, 39 salî. Noah Tietjens, 42 salî. Declan Coady, 20 salî û Des Moines.

Trump got ku rêveberîya wî her tiştî dike da ku pêşî li qurbanîyên din bigire, her çend ew dibêje ku ev karekî dijwar e û hejmara qurbanîyan dikare zêde bibe, di demekê de ku şer berdewam e.

Serokê Amerîka Donald Trump, berî ku biçe Delawarê, di hilcivîna "Mertala Amerîka" digel rêberên Amerîka ya Latîn de, ew serbaze bi qehreman nav kirin û got ku "rewşek pir xemgîn" û rêveberîya wî her tiştî dike da ku pêşî li qurbanîyên din bigire, her çend ew dibêje ku ev karekî dijwar e û hejmara qurbanîyan dikare zêde bibe, di demekê de ku şer berdewam e.