Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatoya Amerîkî îro Pêncşemê rûniştineke guhdarîkirinê ji bo Sarah Rogers, berbijara Serok Donald Trump bo posta rêvebira Ajansa Amerîkî ya Medyaya Cîhanî (USAGM), pêk anî.
Dengê Amerîka yek ji dezgehên USAGM e.
Di axaftina xwe ya vekirinê de, Rogers girîngîya azadîya derbirînê û belavkirina agahîyan tekez kir. Wê got ku divê Amerîka rêbazên xwe yên belavkirina agahîyan nûjen bike û li dijî belavbûna propagandaya biyanî derkeve.
Sarah Rogers.
Rogers diyar kir ku "Eger ez werim pejirandin, emê tenê xwe nespêrin televîzyon û radyoyê. Ji ber vê yekê, ji bilî berdewamîya bi medyaya klasîk, emê bi berfirehî biçin ber bi platformên dîjîtal, vîdyoyên kurt û podkastan ve."
Xanim Rogers niha wekî Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Dîplomasîya Giştî kar dike. Serok Trump di Adarê de bi fermî ew ji bo posta rêvebira USAGM berbijêr kir.
Berî ku Senatoyê li ser pejirandina wê deng bide, endamên Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatoyê dê berbijêriya wê binirxînin.