Komîsyona Amerîkayê ya Azadîya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) îro Rapora xwe ya Salane ya 2026an weşand.
Raport şert û mercên azadîya olî li dirêjîya sala 2025an belge dike û pêşnîyarên xwe yên siyaseta Amerîkayê ji bo serok, wezîrê derve û Kongresê pêşkêş dike ji bo pêşvebirina azadîya ol an bawerîyê (FoRB) li derveyî welêt.
Seroka USCIRF Vicky Hartzler got, "Çîn endamên dêrên veşartî digire, tundûtûjîya komî li Hindistan û Pakistanê zêde dibe ku dibe sedema êrîşên li ser kêmneteweyên olî û wêrankirina malên wan, artêşa Burmayê perestgehan bombebaran dike, û Tacîkistan mafê dêûbavan ê fêrkirina bawerîyê ji zarokên xwe re, înkar dike."
"Wekî ku Rapora Salane ya USCIRF nîşan dide, pir zêde mirov li welatên sereke bi rêya qanûnên neheq, cudakarî, tengavkirin, tundûtûjî û heta sûcên li dijî mirovahîyê, ji azadîya olî bêpar dimînin. Divê hikûmeta Amerîkayê bi berdewamî azadîya olî li derveyî welêt pêşve bibe da ku ji bo kesên ku bi zordarîya olî re rû bi rû ne, cûdahîyek çêbike," wê got.
USCIRF Chair Vicky Hartzler
Kongresê Rapora Salane ya USCIRFê di Qanûna Azadîya Olî ya Navneteweyî (IRFA) ya sala 1998an de ferz kir. Ji bilî pêşnîyaran, raport kurteyekê li ser pêkanîna IRFA’yê, pêşketinên din ên cîhanî, û nirxandinekê li ser sazîyên ku FoRB’ê binpê dikin vedihewîne.
Cîgirê Serokê USCIRF Asif Mehmûd got, "Azadiya olî mafekî mirovî yê gerdûnî ye ji bo her kesî. Raportkirina li ser şert û mercên azadîya olî li derveyî welêt ji her demê bêtir pêwîst e. Fişarên hikûmetê û tundûtûjiya aktorên nehikûmî li gelek deverên cîhanê zêde dibin; pir caran civakên olî yên armancgirtî wêran dikin û jiyana bêgunehan tune dikin."
"Em ji Wezareta Derve daxwaz dikin ku Raporta xwe ya Salane ya li ser Azadîya Olî ya Navneteweyî derxîne û destnîşankirinên xwe ji bo welat û sazîyên ku vê azadîya bingehîn binpê dikin bike da ku ew di pêşengîya siyaseta derve ya Amerîka de bimîne," Mehmûd got.
Di dirêjîya raporta xwe de USCIRF behsa rewşa azadîya olî li gelek welatên cîhanê dike, di nav de jî Îran, Îraq, Tirkîyê û Sûrîyê.
Li Îranê
Raport dibêje di sala 2025an de, “rewşa azadîya olî li Îranê xirab ma. Hikûmeta Îranê armancgirtina xwe ya sîstematîk a kêmneteweyên olî yên Misilman ên ne-Şî’e, di nav de jî Bahayî, Cihû, Xiristiyan, Sûfî û Sunnî, zêde kir.”
“Rayedaran her wiha muxalifên şîrovekirina hikûmetê ya Îslamê tepeser kirin û bi awayekî sîstematîk polîtîkayên olî yên ku azadîya ol an bawerîyê sînordar dikin (FoRB) ji bo jin û keçên Îranî sepand.”
Li Îraqê
Raport dibêje di sala 2025an de, rewşa azadîya olî li Îraqê dijwar ma, tevî ku hikûmetê bal kişand ser mijarên ku bandorê li kêmneteweyên olî dikin. Di dawîya salê de, Hikûmeta Federal a Iraqê, hin gavên sembolîk lê ne bes avêtin da ku hêza Hêzên Heşda Şe’bî, ku toreke milîsên girêdayî dewletê ye, sînordar bike, ku hin ji wan bi Îranê ve girêdayî ne û tomarên xirab ên binpêkirinên azadîya olî hene.
Wê her wiha got ku,” Têkçûna berdewam a hikûmeta navendî ya Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê di çareserkirina nakokîyên xwe yên li ser navçeyan û cîbicîkirina Peymana Şingalê ya 2020an de, kêmneteweyên olî yên li van deveran li hember valahîyek îdarî û ewlehîyê, bêparastin hîştin.”
Li Tirkîyê
Li gorî raportê, di sala 2025an de, “hikûmeta Tirkîyê bi binpêkirinên sîstematîk û berdewam ên azadîya olî re mijûl bû, ku wekû sala borî bû. Di heman demê de, rêveberîya serok Recep Tayyip Erdogan diyaloga xwe bi hin civakên olî yên dîrokî re domand, di nav de jî danûstandinên bi Dêra Xiristiyan a Ortodoks a Rojhilat re ji bo vekirina muhtemel a Dibistana Halkî ya lahotî, ku di sala 1971an de li gorî polîtîkayên hikûmetê hatibû girtin.”
“Parlemanê jî sînorkirinên sîstematîk ên zêdetir li ser azadîya ol an bawerîyê (FoRB) sepandin. Di Hezîranê de, parlemanê guhertineke yasayî derxist ku desthilata Rêveberîya Karûbarên Olî ya di bin kontrola dewletê de (Diyanet) berfireh dike da ku belavkirina wergerên Quranê yên ku ew wekî kufir dibîne, qedexe bike.”
Li Sûrîyê
Raport dibêje ku, “di sala 2025an de, rewşa azadîya olî li Sûrîyê bi awayekî dramatîk xirabtir bû ji ber ku nifûsa welêt a olî ya cihêreng piştî nêzîkî 14 salan şerê navxweyî hewl dida ku ji nû ve kom bibe. Her çend rayedarên veguhêz ên ku xwe bi xwe danîne "soz dan ku mezhebîtîya rejîma ku wan hilweşand red bikin jî, wan di tevahîya salê de toleransa sîstematîk û berdewam a binpêkirinên azadîya olî yên bi taybetî yên giran nîşan dan.”
“Rayedarên veguhêz nekarîn pêşî li gelek kuştinên girseyî, revandin û kiryarên din ên tundûtûjîyê yên li dijî Elewî, Durzî, Xiristiyan û kêmneteweyên din ên olî, bigirin, wan asteng bikin, an jî bi têra xwe dadmendîyê bicîh bînin - ku gelek ji wan kiyaran bi destên alîgirên rêveberîya nû qewimîn,” Raportê got.
Hêjayî gotinê ye ku di dirêjiya raportê de hûrguliyên berfereh hene û ev nimûneyên li jor tenê beşên kurt in di nav raportê de.