Amerîka Alîkarîya Darayî Pêşkêşî Projeyên Medya û Perwerdeyê li Îraqê Dike

Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê îro Sêşemê vekirina dergehê daxwaznameyan ji bo Bernameya Alîkarîyên Dîplomasîya Giştî ya sala 2026'an ragihand.

Li gor daxuyanîyekê ku li ser malpera Balyozxaneya Amerîkayê li Bexda û malpera Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, Balyozxane dê piştgirîya darayî bide wan projeyên nûjen ku peywendîyên navbera herdu welatan bihêz dikin, piştgirîya azadîya medyayê dikin û fêrbûna zimanê Înglîzî pêş dixin.

Li gor daxuyanîya balyozxaneyê, biryar e bihayê van alîkarîyan ji bo her projeyeke serkeftî di navbera 25 hezar dolar heta 500 hezar dolaran de be. Herwiha hat diyarkirin ku dema dawî ji bo pêşkêşkirina projeyan 15'ê Tebaxa vê salê ye.