Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Qesra Spî dê roja Yekşemê Zoranbazîya UFC li dar bixe da ku bi 80 salîya rojbûna wî re hevdem be.
UFC Freedom 250 beşek e ji pîrozbahîya 250 salîya serxwebûna Amerîkayê û dê di merasîmekê de li çîmena başûr a Koşka Spî were lidarxistin.
Çîmena başûr a Koşka Spî bi piranî ji bo civînên siyasî, merasîmên neteweyî û merasîmên fermî tê bikaranîn.
Heta niha çîmena baûrê Koşka Sptî ti carekê bûyerek werzîşî ya mezin li dar nexistiye, ev yek jî di dîroka Amerîkayê de bûyerek kêm wêneye ye bi taybet dema ku di heman demê de bûyera navnetewî a FIFA 2026, cama Cîhanê de tê lidarxistin.
Têçûyên bûyerê weke 60 mîlyon dolar tên texmînkirin, serok Trump ew wekî bûyerek taybetî bi nav kir.
Li qada zoranbazîyê ciyê zêdetirî 4,000 kesan hatîye amadekirin û bi deh hezaran kesên din jî li ser ekranên mezin ên li navendên Washingtonê hatine danîn temaşe bikin.
Koşka Spî got ku tevahiya bernameyê dê ji hêla UFC ve were fînanse kirin.
UFC kurteya (Ultimate Fighting Championship) e, ku mezintirîn û bi prestîjtirîn rêxistina hunerên Zoranbazîyê yên MMA li cîhanê ye. Navenda wê li Las Vegas'ê ye û mazûvanîya şervanên herî baş ên cîhanê dike.