CENTCOM: Bûyera Şewata di Beşekî 'USS Gerald Ford' de Derketî Têkiliya Wê bi Şer Nîne

Keştîya Firokhilgir a USS Gerald R. Ford

Di daxuyanîyekê de li ser hesaba xwe ya X'ê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM dibêje, "Di 12'ê Adarê de, firokhilgira USS Gerald R. Ford (CVN 78) agir pê ket ku di cîhên sereke yên beşa şuştinê de derketîye. Sedema agir ne girêdayî şer bû û niha hatiye kontrolkirin."

Daxuyanîya CENTCOMê her wiha dibêje "Ziyanek bi dezgayên pêşvebirina keştiyê ne keytîye, û keştiya firokhilgir bi tevahî dixebite."


CENTCOM radigihîne ku tenê "du deryavan di bûyerê de birîndar bûne û birîna wan sivike û ew tên dermankirin," Herwiha got " Her dema agahiyên zêdetir peyda bûn dê werin ragihandin."

Keştiya cengê ya Firokhilgir Gerald R. Ford niha li Deryaya Sor ji bo piştgiriya operasyona Hêrsa Dastanî ‘Epic Fury’ di nava çalakiyên leşkerî de ye.