Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Wezareta Cengê ya Amerîkayê keştîya balafirhilgir a USS Theodore Roosevelt (CVN 71) û koma wê ya êrîşê şandîye Rojhilata Navîn.
Li gor rojnameyê, tevgera şandina keştîya balafirhilgir di wê demê tê ku Serok Donald Trump weha difikire, eger ku heta hilbijartinên nîvdemî yên Mijdarê Îran peymaneke maqûl îmza neke, êrîşên esmanî yên li dijî Îranê dê zêde bibin.
Rojnameyê diyar kir ku keştîya balafiran û koma wê ya êrîşê Yekşema borî ji San Diego derketin, bi qasî 10,000 leşker bi keştîyê re ne, û ber bi herêmê ve diçin da ku tevlî keştiyên balafirhilgir USS George H.W. Bush û USS George Washington bibin ku berê li wir bicîh bûne.
Li alîyekî din, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku keştîya balafirhilgir USS George Washington (CVN 73) li avên deryayî yên Rojhilata Navîn çalakî û operasyonên firînê pêk tîne.