Vahap Çoşkun: Amerîka jiber Pêşîgirtina Operesyona Tirkîyê ligel Tirkîyê Peyman Îmza Kir

Leşkerên Amerîkî li Minbicê (Arşîv)

Tê ragihandin ku di danûsitandinên navbera Tirkîye û Amerîka yên ser “Herema Ewle” li bakurê Sûrîyê de hin encam peyda bûne û biryara avakirina navendeke hevbeş ya operasyonê hatiye dayîn.

Akademîsyen Doç. Dr. Vahap Çoşkun dibêje ku yek jî nakokîyên navbera Amerîka û Tirkîyê herêma ewle bû û hîn gelek xalên nezelal hene.

“Qada herema ewle, kûrahî û mezinahîya wê dê çiqas be? Rêvebirî dê destê kê dê bê? Derheqê van pirsan de hêj zelalî tuneye. Em dikarin bêjin ku ev peymaneke giştî ye”

Çoşkun bawer dike ku hevdîtinên bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re bi pêvajoya ve girêdayî ye.

“Peyama Ocalan bi prosesa Rojava ve girêdayî ye. Berî niha jî Ocalan tim ser Rojava daxuyanî dida û digot ‘Rojava hem jibo me hem jî jibo Tirkîye girîng e. Pewîst e hesasîyetên Tirkîyê li pêş çavan werin girtin.’ Dîsa, dibe ku di navbera Tirkîye û PKK’ê de pêvajoyek nû were destpê kirin.”

Coşkun herwiha dibêje ku îhtîmala mezin ew e ku Amerîka jiber ku Tirkîyê operesyoneke leşkerî li Rojava neke, ev peyman amade kiriye.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_08_09_2019_V_Coşkun