Dadwerekî Amerîkî Biryara Mecburîkirina Vaksînkirina Kontraktorên Fedaralî Asteng Dike

Dadwerekî li eyalata Georgia biryareke netewî ragihand li dijî biryara hikûmeta Amerîkî ya mecbûrkirina lêdana vaksîna COVID-19 bo karmendên kontraktor yên hikûmeta federalî.

Dadwer Stan Baker li bajarê Savannah ya Georgia got Kongres bi zelalî destûr nedaye serok ku wê biryara mecbûrkirina wergirtina vaksînê derxîne. Hêjayî gotinê ye ku dadwer dibêje encama “aborî û siyasî” ya biryara serok dê ji ber mecbûrîkirina lêdana vaksînê hebe.

Doza li dijî mecbûrîkirina vaksînê li eyalatên Georgia, Alabama, Indiana, Kansas, Carolina Başûr, Utah, û Virginia Rojava hatiye vekirin.

Serok Joe Biden di meha Îlonê de got ku sebr nemaye ji ber kesên ku naxwazin vaksina COVID-19ê wergirin û di vê çarçoveyê de çend gav avêt ku yek ji wan mecbûrkirina lêdana vaksnê bo karmendên hikûmetê bû.

Heta niha 780,000 Amerîkî ji ber COVID-19 jiyana xwe winda kirine û herwiha geşbûna aborîya welêt lawaz kiriye.

Mecbûrîkirina vaksînê bo karsazîyên şexsî bi berfirehî hate qebûl kirin ji ber ku ew bi wî awayî karîbûn ofîsên xwe dîsa vekin. Dadgehên Amerîkî ji bo mecbûrîkirina lêdana vaksînê bo kompanîyên şexsî biryarek dernexistîyê, lê tenê bo karmendên kontraktor yên hikûmeta federal.