Vance li New Yorkê di Axaftina Roja Serxwebûnê de Bang li Yekîtîya Neteweyî Kir

Axiftina JD Vance li New York, li bîranîna 250 salîya Serxwebûnê.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di merasîmeke mezin a pîrozbahîya 250 salîya serxwebûna Amerîkayê de li ser keştiya leşkerî USS Kearsarge li New Yorkê axivî.

Vance got "Her tiştê ku me li vî welatî kirî, me bi hev re kiriye, ne wekî welatîyên dabeşbûyî û cuda, lê wekî gelekî yekgirtî ku ji bo siberojeke hevpar dixebitin."

Axaftina Vance beşek ji bernameya pîrozbahîyên 4'ê Tîrmehê bû ku bi çalakîyên ciherengî 250 salîya Serxwebûna Amerîkayê de tên encam dan.

Cîgirê Serok gotara xwe li bendera New York pêşkeş kir ku wî beşdarî di nimayîşek jêhatî ya keştîyên leşkerî û dîrokî yên ji gelek welatan de kir.

Di axaftina xwe de, Vance got ku Amerîka di 250 salên borî de bi hêza gelê xwe, fedakarî û bawerîya bi azadî gelek serkeftin bi dest xistine.

JD Vance, Cîgirê Serokê Amerîkayê

Vance pesna leşker, deryavan û hemû kesên ku ji bo berevanî û parastina welêt kar dikin kir û got ku ew bingeha ewlehiya Amerîkayê ne.

Herwiha, wî bal kişand ser yekîtîya neteweyî û got ku Amerîka divê "bi bawerî û bê tirs li siberojê binêre."

Vance spasîya Serok Donald Trump kir ku ev pîrozbahîya 250 salîyê û çalakîyên ciherengî, bi taybet ev nimayîşa deryayî li New Yorkê piştgirî kir.