Vance: Eger Rejîma Îranê Guhertinan Neke, Emê Givaştinê Bidomînin

Vance

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro Şemîyê go ku Amerîka danûstandinan ligel Îranê dike da ku biryarê bide ka gelo rejîma Tehranê amade ye ku guhertinên demdirêj ji bo başkirina peywendîyan ligel Amerîkayê bike.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona Fox News, Vance got ku eger Îran van guhertinan qebûl neke, ewê Amerîka givaştinê berdewam bike.

Cîgirê Serok da zanîn ku Amerîka hewl dide qebareya neft û gazê ku ji Tengava Hormuzê derbas dibe bigihêje asta herî bilind. Wî diyar kir ku armanca Washingtonê ew e ku encamên xwezîyar ji operasyonên leşkerî yên dijî Îranê di demên dawî de pêk bîne.

Vance herwiha got ku Amerîka programa Îranê ya navokî û şiyanên wê yên leşkerî wêran kirine.