Koşka Sipî: Cîgirê Serok Vance Naçe Swîsre bo Merasîma Îmzekirina Rêkeftina ligel Îranê

Koşka Sipî ragihand ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di vê demê de naçe Swîsreyê ji bo beşdarîyê di merasîmên îmzekirina rêkeftina ligel Îranê bike.

Di daxuyanîyekê de dereng Pêncşemê, berdevkekî Koşka Sipî got: "Wekî Cîgirê Serok di konferansa rojnamevanî de got, planên ji bo gotûbêjên teknîkî nehatine temamkirin û şanda Amerîkî amade ye ku biçe dema ku derfet amade be."

Berdevkê Koşka Sipî herwiha anî ziman ku "lojistîkên van danûstandinan qet ne hêsan û pêşbînîkirî bûne. Heta niha, Cîgirê Serok îşev naçe. Dema ku planeke konkret bo gavên bê hebe, emê we agahdar bikin."

Biryar bû îro Înê merasîmeke fermî ji bo îmzekirina Yadeştnameya Lihevtêgihiştinê ligel Îranê li bajar Cinêvê yê Swîsreyê pêk hatiba.