Vance: Ez Çaverê Dikim di Nav Çend Rojan de bo Gotûbêjên ligel Îranê Biçim Swîsreyê

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro Şemiyê ragihand ku ew çaverê dike di demeke nêzîk de biçe Swîsreyê ji bo danûstandinên ligel Îranê.

Di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News, Vance got ku "Ez çaverê dikim ku di nav çend rojan de seferê bikim, lê hûn dizanin kordînasyon û protokolên dîplomatîk herdem hestiyar in."

Biryar bû ku Cîgirê Serokê Amerîkayê ligel şandekê roja Înê serdana Swîsreyê kiriba ji bo merasîma îmzekirina rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de, lê ew yek pêk nehat.

Vance herwiha got ku "ez piştrast im ku em dikarin agirbestê biparêzin." Wî da zanîn ku Amerîka dê "derfetekê bide van gotûbêjan da ku em meseleya uranyuma dewlemendkirî çareser bikin."

Vance diyar kir ku armanca Serokê Amerîkî Donald Trump ji danûstandinan ew e ku piştrast bike Îranê ne tenê di van du salan de çekên navokî bi dest nexe, "lê ji bo ku zarok û nevîyên me jî ku ew nebînin Îran bibe xwedî çekekî navokî."

Cîgirê Serok got ku ti belge nîne ku Tengava Hormuzê ne vekirî ye, ji ber ku tevgera keştîvanîyê li wir berdewam dike. Lê ajansa Fars ya ser bi rejîma Îranê ve, îro Şemîyê got ku ewê tengavê bigire eger Îsraîl êrîşên xwe li başûrê Libnanê ranewestîne.