Vance: Amerîka Dê Nêzîk Şerê Îranê Bidawî Bike

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro Şemîyê got ku Amerîka dê nêzîk ji şerê Îranê derkeve piştî ku piştrast bike êdî metirsîyên rejîma Îranê nemane.

Di hevpeyvînekê de li ser podkasta "Benny Show", Vance got ku Amerîka piranîya armancên xwe yên leşkerî li Îranê bicih anîne.

"Serok dê bo demeke hinekî dirêjtir vî şerî bidomîne da ku piştrast bike dema em jê derkevin, êdî nema hewce be ku em heta demeke dirêj vê yekê dîsa bikin," Cîgirê Serok got.

Vance herwiha diyar ku ku Îran bi gelek awayan gefê li Amerîkayê dike.

"Ew hîn hewl didin ku çekekî navokî ava bikin. Divê em ji bo demeke dirêj wan basko bikin û ev jî mebesta me ye."

Derbarê bilindbûna nirxên petrolê li Amerîka û seranserê cîhanê, Cîgirê Serokê Amerîkayî got ku ev "karvedaneke pir demkî ye ji bo nakokîyekê ku di dawîyê de dê dem-kurt be."

"Em hez nakin ji niha heta salekê yan du salan di (şerê) Îranê de bimînin. Em karê xwe dikin. Emê nêzîk jê derkevin, û nirxên petrolê dê dîsa dakevin."

Axaftinên Vance di demekê de tên ku artêşa Amerîkayê ragihand ku keştîyeke cengê ya Amerîkayê gihiştîye Rojhilata Navîn.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Şemîyê got ku keştîya cengê ya USS Tripoli (LHA 7) roja Înê gihîşt Rojhilata Navîn.

CENTCOM diyar kir ku deryavan û marînzên Amerîkayî bi wê keştîyê gihîştine herêmê. Artêşa Amerîkayî herwiha got ku Yekîneya 31'ê ya Lezgîn a Marînzê ligel vê keştîyê hatiye ku ji dora 3,500 deryavan û Marînzan pêk tê.