JD Vance: Divê Îran Soz Bide ku Çekên Navokî Çêneke

JD Vance Cîgirê Serokê Amerîkayê

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di hevpeyvînekê de bi NBC News re got ku ew "gelek hêvîdar" e ku Îran dê li ser peymanekê razî bibe ku tê de ew soz bide ku çekên navokî pêş nexe.

Vance got ku pirsa dijwartir ev e ku gelo Tehran dê li ser mekanîzmayeke kontrol û çavdêriyê razî bibe, mekanîzmayek weha ku dê Washingtonê piştrast bike ku Îran dê di pêşerojê de peymanê binpê neke.

Serokê Amerîka Donald Trump bi berdewamî gotiye ku divê Îran çekên navokî bi dest nexe. Di daxuyanîyeke xwe de, wî got: "Îran dê ti carî nikare bibe xwedî çekên navokî."

Daxuyanîyên Vance yên derbarê Îranê piştî reaksyona wî welatî hat dema ku Washington bi binpêkirina agirbestê tawanabr kir, piştî ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) roja Duşemê ragihandbû ku wan operasyona "xweparastinê", li dijî hin hêzên Îranê encam daye.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê Tim Hawkins roja Duşemê bi şev ji Fox News re gotbû ku hêzên Amerîkî li hember gefên hêzên Îranê dest bi êrîşeke xweparastinê li başûrê Îranê kirine.