Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance li Navenda Esmanî ya Hêzên Deryayî 'Oceana' roja Çaşemê ji bo hêzên artêşa Amerîkayê peyvek pêşkeş kir.
JD Vance got ku Îran di warê hêza leşkerî û bernameya navokî de li gorî sala borî di rewşek zêde lawaz de ye.
Vance got ku hêza deryayî ya Îranê "ketîye bin behrê" û got ku Tehran êdî nikare wekî 12 meh berê hêza xwe nîşan bide.
Wî herwiha got ku, li gorî agahiyên îstîxbaratê yên Amerîkayê, Îran ji çêkirina bombeya navokî niha ji her demê ji 20 heta 30 salên dawî de dûrtir e.
Li gorî Vance, heke Îran bixwaze hêza leşkerî an jî bernameya navokî ya xwe ji nû ve ava bike, ew ê bi astengiyên mezin re rû bi rû bimîne.
Vance di derbarê danûstandinan de jî got ku Amerîka ne ji ber lawaziyê, lê ji ber ku bihêze di danûstandinên bi Îranê re cih digire.
Wî got ku hêzên Amerîkayê çend roj berê êrîşî bingehên binesaziya Îranê kir, ji ber ku, Îranê êrîşî keştiyên bazirganî kir li avên herêmî.
Vance got jî ku ev operasyonên Amerîkayê wekî alavek zextê hat bikaranîn û di sê rojên de dawî de, derbasbûna bazirganî ya azad hate parastin.
Îro Çarşemê 1ê Tîrmehê, Cîgirê Serok JD Vance peyameke bihêz a spasdariyê ji bo endamên artêşa Amerîkayê pêşkêş kir, û diyar dike ku dijminên Amerîkayê rêzê li Amerîkayê digirin ji ber ku ew ji artêşa wê ditirsin.
Vanc got, "Min li çavên gelek mirovên xerab nihêrî, û ew mirovên xerab rêzê li Amerîkayê digirin ji ber ku ew ji hzêa leşkerê me ditirsin."
"Ez dixwazim bibêjim, dema ku em amadekariyên pîrozkirina 250 saliya dîroka mezin a Amerîkayê dikin, ez dixwazim bêjim ku di vê her kes bizane, ev pîrozabhî ji bo we ye, û ew ji ber her welatîyekê Amerîkî ye jî," JD Vance got.