Cîgirê Serokê Amerîkayê, JD Vance, got ku Îran divê şiyana dewlemendkirina uranyûmê bi awayekî girîng kêm bike, da ku şertên Washingtonê bicih bîne û rê li ber dawîhatina şerê heft mehan y di navbera herdu welatan de veke.
Vance di hevpeyvînekê de a bi Reutersê re got ku peymanek nû divê ne tenê sozên Îranê ji bo kêmkirina dewlemendkirina uranyûmê di pêşerojê de hebe, lê gavên rastîn û berbiçav di şiyana dewlemendkirinê de pêwîst in.
Li gorî Reutersê, Amerîka û Îranê di hefteyên dawî de pêşniyarên danûstandinan bi armanca dawîkirina şer û vekirina Tengava Hormuzê dabûn destpêkirin.
Tengava Hormuzê, ku rêyek girînge ji bo veguhastina enerjîyê li cîhanê.
Vance got ku Washington hîn jî, ji bo peymaneke layîq vekirî ye, lê divê Îran derbarê pirsa bernameya navokî de zelal be û hin pêngavan bihavêje.
Vance nîşan bi Îranê da û go, "Eger hûn naxwazin bibin xwedîyê çekên navokî, wê demê çi hewcedarîya we bi rêjeya 60% a uranyûma dewlemendkirî heye? Û heke hûn dixwazin pabendbûna xwe ya ji bo bêçêkirina navokî nîşan bidin, û sotemenîya navokî a dewlemendkirî ya di asta bilind de çênekin, divê gaveke bi wate bavêjin."
Vance got ku "Em ê balê bidin kiryaran ne gotinan."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî bawer e ku Îranê gelek derfet ji bo rêkeftinekê bi Amerîkayê re ji dest dane û got ku heta Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser kar be, Komara Îslamî çekên navokî bi dest naxe.