Vance û Rubio ligel Serokê Libnanê Gotûbêjan Dikin

Cîgirê Serok JD Vance û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Wezîrê Derve Marco Rubio roja Sêşemê ligel Serokê Libnanê Joseph Aoun bi rêya telefonê axivîn da ku mekanîzma pêkanîna agirbestê û rêvebirina rewşa li herêmê gotûbêj bikin.

Li gor daxuyanîyeke fermî ya serokatîya Libnanê, herdu alîyan li ser agirbesta li Libnanê û gavên ku piştî kombûna Amerîka û Îranê li Swîsreyê hatine avêtin, nîqaş kirin.

Di axaftinê de, Vance û Rubio piştgirîya Amerîkayê ji bo "berfirehkirina desthilata rewa ya dewletê û xurtkirina serwerîya niştimanî li ser hemû herêmên welêt, tenê bi rêya artêş û hêzên ewlehîyê" diyar kirin.

Herwiha behsa wê yekê hate kirin ku pîvanên pêwîst ji bo damezrandina mekanîzmekê ji bo xurtkirina agirbestê û şopandina pêkanîna wê hîn jî di bin nîqaşê de ne.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku Îsraîl û Libnanê li Washingtonê dest bi gereke nû ya danûstandinan kirine, tevî pevçûnên li başûrê Libnanê.

Çavdêr dibêjin ku ev gav dikare bibe beşek ji hewldanên dîplomatîk ji bo sivikkirina alozîyên herêmî û pêşîgirtina li şerekî berfirehtir di navbera alîyên herêmî de.

Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Derve Rubio roja Sêşemê gihîşt Ebû Dabî paytexta Îmaratê, wekî beşek ji serdana wî bo welatên Kendavê re, da ku bi rayedarên wan welatan re gotûbêjên rewşa giştî li herêmê bike.