Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got ku şandeya danûstandinê ya Îranê gavan ber bi daxwazên Amerîkayê ve tavêje lê hîn jî ne li gor pêwîstîyê ye.
Vance serokatîya şandeya Amerîkayê kir ya danûstandinên rasterast yên bi Îranê re li Îslamabadê, ku roja Şemîyê dest pê kiribû û piştî nêzîkî 21 demjimêran bê encam bi dawî bû.
Vance ji kanala Fox News re got, "Ji nû ve destpêkirina gereke din a danûstandinan li ser Îranê dimîne, niha gok di qada wan de ye."
Cîgirê serok got ku "Hêlên sor" ên Amerîkayê ew in ku piştrast bibe Îran êdî nikare çekên navokî pêş bixe û "piştgirîya terorîzmê bike."
Wî got, "Karbidestên Îranî dibêjin ew naxwazin çekên navokî pêş bixin. Ev baş e, lê divê ji bo vê yekê tedbîr hebin."
Wî tekez kir ku Amerîka wergirtina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê dixwaze, ku di Operasyona Nîvê Şevê (Midnight Hammer) de "jêrerd bûye" û bûye "toz û xwelî."
"Hêlên me yên sor û zelal hene, û Serok gotîye ku ewê pir kêfxweş bibe eger Îran wekî welatekî normal bi aborîyeke normal tevbigere û gelê wê karibe di jiyaneke geş û bextewer de bijîn," Vance da zanîn.
Cîgirê serok herwiha got ku şandeya Amerîkî di dema hevdîtinan de dîtiye ku şandeya Îranî nikare bi serê xwe biryaran bide, pêdivî bû ku vegere Tehranê "da ku erêkirina mercên me ji Rêberê Bilind an kesekî din bistîne."
Derbarê pirsa Tengava Hormuzê, Vance tekez kir ku vekirina bi ewlehî ya korîdorê ava deryayî mercekî sereke ye ji bo agirbest û rawestandina êrîşên Amerîkayê.
Wî hişyarî da ku astengkirina berdewam a wê rêkê ji hêla Îranê ve dê rêbaza danûstandinan biguherîne. Vance got ku Amerîka dê wekî karteke givaştinê li ser benderên Îranê dorpêçê bisepîne.