Di Bûyerekê de Zarokekî 14 Salî Li Colemergê Hat Kuştin

Vedat Ekîncî

Li Colemergê gundîyên ku tê îdîa kirin liser sînorê Herema Kurdistana Îraqê qaçaxçitî dikirin, hatin gulebaran kirin û di encamê de Vedat Ekîncî yê 14 salî hat kuştin.

Bûyer li Gundê Çemêkurk ya bajaroka Rûbarok (Derecik) ya Colemêrgê qewimî û di bûyerê de gundîyekî bi navê Burhan Ekîncî jî birîndar bû.

Piştî bûyerê, kesên birîndar jibo dermankirinê ji Nexweşxaneya Colemêrgê re hatin birin û termê Ekîncî jî jibo otopsîyê ji morgê re hat rakirin.

Walîtîya Colemêrgê derbarê bûyerê de daxuyanîyek fermî weşand û got ku leşkeran xwestiye bo hişyarîyê gule berdin esmanê, lê ew gule bi xeletî li Ekîncî ketiye.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_08_02_2019_Hecî_Ekîncî