Hejmara qurbanîyên du erdhejên mezin ên ku di 24'ê Hezîranê de li bakurê Venezuelayê qewimîn, li gor agahîyên herî dawî, gihîştîye 920 mirîyan. Herwiha zêdetirî 3,300 kes birîndar bûne.
Di encama van erdhejan de, herwiha bi hezaran kes wekî winda hatine tomar kirin. Tîmên rizgarkirinê hîn jî li herêmên ku avahî têk wêran bûne, lêgerînan berdewam dikin ji bo egera ku kesên sax li jêr xirbeyan derxînin.
Di bersivdana vê karesatê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku "bilez tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, alîkarîya bijîşkî, amûrên taybet û alîkarîya mirovî dişînin Venezuelayê."
Rubio got ku armanca sereke rizgarkirina jiyanan û piştgirîya malbatên ku ji erdhejê zirar dîtine ye.
Seroka demkî ya Venezuelayê, Delcy Rodriguez, ragihand ku Serok Donald Trump û Wezîr Marco Rubio bi telefonê pê re axivîn û piştrast kirin ku Amerîka dê zêdetir tîmên rizgarkirinê, amûrên pisporî, cihên demkî ji bo koçber û derbideran û alîkarîya mirovî ji bo malbatên ku ji karesatê zirar dîtine peyda bike.