Li Venezuela Xwepêşandanên Dijî Hikûmetê Îro jî Didomin

Li Venezuela xwepêşandanên dijî hikûmetê îro Çarşemê jî didomin, piştî ku di xwepêşandanên li taxên rûniştvanên çîna navîn de tundî û tûjî derketibûn.

Li paytext Caracas gelek firoşgeh îro girtî ne û polîs jî li xakên girîng yên bajêr pîvanên ewlekarî zêde dikin.

Opozîsyona Venezuela hewil dide ku Serok Nicolas Maduro ji desthilatê bîne xwarê ku di heman demê de dibe armanca rexneyên seranser cîhanê.

Xwenîşanderên dijî hikûmetê jibo rêberê nûhilbijartî yê kongresê, Juan Guaido wek testeke girîng tê dîtin ku hewil dide ku piştgirîya hejaran û artêşê bikşîne hêla xwe.

Guaido bang li artêşê kiribû ku piştgirîya xwe ji Maduro vekişîne û soz dabû ku kesên ku bo anîna demokrasî bixebitin, wê rûbirûyê dadgehkirinê nebin.