Venezuela hîn jî bi encamên du erdhejên wêrankar re rûbirû maye ku di 24'ê Hezîranê de bi hêza 7.2 û 7.5 li bakurê welatê qewimîn. Herêmên ku zêdetir zirar dîtin La Guaira û paytext Caracas bûn.
Li gorî çavkanîyên fermî yên hikûmeta Caracas'ê hejmarên qurbaniyan piştî du erdhejên kujer ên li bakurê Venezuelayê, herî kêm 2,295 mirin û 11,267 birîndar bûn. Lêbelê, krîz hîn jî giran e; zêdetirî 50,000 kes winda ne, û sazîyên ku alîkarîyên mirovî pêşkeş dikin, di nav de Neteweyên Yekbûyî, hişyarî didin ku hejmara dawî dikare pir zêdetir be.
Li gorî raporên herî dawî, hejmarek zêde ya kesan hêjî winda ne, tîmên rizgarkirinê yên navxweyî û navneteweyî hîn jî li bin avahiyên hilweşiyayî li rizgarbûyan digerin.
Rêxistinên mafên mirov hişyarî didin ku şert û mercên tenduristiyê dikarin xirabtir bibin, ji ber kêmbûna derman, ava vexwarinê ya paqij û cihên ewle yên koçberan. Di heman demê de, alîkariyên navneteweyî berdewam in da ku xwarin, derman û piştgirîya mirovahî bigihînin herêmên ku zêdetir zirar dîtine.
Herî zêde saziyên Amerîkî û tîmên rizgarbûnê ji herêmên cuda yên Amerîkayê li hewara qurbaniyên erdhejan çûne.
Rayedarên welatê Venezuela dibêjin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê hîn jî berdewam in û hêvî heye ku kesên din jî sax bên dîtin.