Meclîsa Damezrîner ya Venezuela Kom Dibe

Serokê Venezuela Nicolas Maduro

Meclîsa damezrîner ya Venezuela dê îro Pêncşemê kom bibe.

Opozîsyonê, dijî Serokê Venezuela Nicolas Maduro banga protestoyê kir.

Tevî ptotestoyan û bertekên navneteweyî jî, hefteya borî bo meclîsa damezrîner hilbijartin li dar ketibû û Maduro bi ser ketibû.

Maduro dide zanîn ku ewê meclîsa damezrîner, qanûneke bingehîn ya ku dê kêşeyên aborî û siyasî çareser bike, çêke.

Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka dîyar kiribû ku ewê meclîsa damezrîner nas nekin.

Li ber e ku meclîsa damezrîner, qanûna bingehîn ya 1999'an, ku di dewra serokê berê Hugo Chavez de hatibû nivîsîn, jinûve binivîse.