Roja sêşemê berpirsên nêzîkî 20 welat û rêxistinan li Viyenna paytexta Austuriya (Nemsa) li ser şer û aloziyên li Sûriyê civiyan.
Ev civîn bi mebesta dîtina çareseriyekê jibo pirsgirkên Sûriyê û dûberiya di nava aliyên şerker de, ku bûne egera xortbûna rêxistina terorist Daişê û kuştina bi sedan hezar kesan.
Di van civînan de, wezîrê derve yê Amerîka John Kerry û yê Rusiya Sergey Lavrov û wezîrên gelek welatan di amade ne.
Di civînan de, dê liser pirsa agirbesta niha heyî ku pir lawaze axiftin bihên kirin, tê çaverêkirin ku, daxuyaniyek liser mercên agirbestê di navbera aliyên beşdarên civînê de bihê îmzakirin û weşandin, herweha tê gotin ku, dê paşeroja serokê Sûriyê Beşar Asad di daxuyaniyê de cih negire, di axiftinên derheqa pirsa paşeroja serokê Sûriyê Beşar Asad de, wezîrê derve yê Almaniya Frank-Walter Steinmeier jibo rojnamevan axivî û got, li gur pêkhatin û niyeta hevpeymaniya navnetewî û opozisyona Sûrî ya Erebistana Saudî piştevaniya wê dike, pêngavan jibo bidawî anîna desthilata Beşar Asad pavêjin û got "Ev karekê giringe, em livir, divê gotûbêjan bikîn û bizanîn kanê dê şêweyê hikûmeta dahatî ya demguhêz çawan be".
Wek tê zanîn beriya mehekê nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî Staffan de Mistura bang li Amerîka û Rusiya kir bu da ku derheqa çareseriyek mayinde hewil bidin li Viyenna konferansekê pêk bîinin.