Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî dibêje ku ji destpêka şerê li herêmê ve, li Îranê ji ber sedemên siyasî an ewlekarîya neteweyî 21 kes hatine sêdarekirin û zêdetirî 4,000 kes hatine zindankirin.
Komîserê NY bo Mafên Mirovan, Volker Turk, îro Çarşemê rêberên Îranê şermezar kir ji ber binpêkirin û zordarîya wan li dijî kes û rêxistinên opozisyonê, bi taybetî ewên bi tawanên têkildarî ewlekarîya neteweyî tawanabr dikin.
Turk di daxuyanîyekê de got "Herî kêm 21 kes hatine darvekirin û bi hezaran kesên din hatine girtin."
Wî herwiha da zanîn ku ji destpêka şerê li dijî Îranê berî du mehan ve, herî kêm neh kes derbarê xwepêşandanên Çileya 2026'an de hatine darvekirin ku piranîya wan bi tawana sîxûrîyê hatibûn darizandin.
Turk anî ziman ku glek ji kesên girtî bi zorê hatine windakirin, êşkencekirin û rastî gelek serederîyên din ên nemirovî hatine.
"Kesên ji komên etnîkî û olî, wekî Beha'î, Zeredeştî, Kurd û Belûç, li jêr metirsîyeke taybet in," wî got.
Karbidestê NY got ku ev "binpêkirinên hovane" yên ku ji hêla karbidestên Îranê ve hatine kirin nayên qebûlkirin û diyar kir ku "Ji bilî encamên giran ên şer, karbidest bi awayekî hovane mafên gelê Îranê binpê dikin."
Turk bang li desthilatdarên Îranê kir ku hemû sêdarekirinan rawestînin, cezayê mirinê nehêlin, rêzê li mafên mirovan bigirin û dadgehkirinên dadmend garantî bikin, û kesên ku bi awayekî keyfî hatine girtin demûdest berdin.