Waltz: Ezê Mat Nebim Eger Balyozê Îranê li NY Daxwaza Penaberîyê Bike

Mike Waltz, Balyozê Amerîka li NY.

Mike Waltz, balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY), got ku ew dê mat nemîne eger balyozê rejîma Îranê li wê desteyê "di demeke nêzîk de daxwaza penaberîyê bike."

Waltz, di hevpeyvînekê de ligel Fox News, got ku balyozê Îranê "nûnerê rejîmekê ye ku herêm tirsandiye û bi deh hezaran gelê xwe kuştîye."

Wî alozîya di navbera Tehran û Washington de wekî "şerekî 47 salan" binav kir, ku li gorî wî, di dema serokatîya Jimmy Carter de destpê kir û encama dijminatîya berdewam a Komara Îslamî li dijî Amerîka ye.

Balyozê Amerîkayê li NY herwiha tekez kir ku Serok Donald Trump bi kiryarên xwe yên vê dawîyê "gaveke wêrek davêje da ku vê çerxa dijminatîyê bidawî bike" û ev nêzîkatî wekî qutbûneke biryarder ji pevçûneke demdirêj nirxand.