Li Wanê 23 Kes Hatin Desteser Kirin

Li bajarê Wanê, di encama serdagirtinên malan de 23 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin desteser kirin.

Hêzên girêdayî Rêvebirîya Ewlekarîya Wanê serê sibê, di heman demê de êrîş birin ser jimareke malan û endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Komela Mafê Mirovan (IHD) û Konfederasyona Kedkarên Civakî (KESK) hatin desteser kirin.

Hevserokê rêxistina HDP’ê yê Wanê Umut Dede da zanîn ku piranîya kesên desteserkirî rêvebirên wan in.

Umut Dede

“Ji Newrozê re tenê rojek û ji hilbijartinê re jî 10 roj mane. Di demeke wiha de piranî endam û rêvebirên me, 23 kes hatine binçav kirin. Ev hewildanên îtifaqa AKP’ê û MHP’ê ne. Bi vî awayî dixwazin partîya me qels bikin, lê emê bi heman coşê Newroza xwe pîroz bikin û herin ser sindoqan.”

Dede dîyar kir ku kesên desteserkirî li Rêvebirîya Ewlekarîyê têne girtin û heta niha sedema desteserkirina wan zelal nebûye.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_03_20_2019_Wan_23Kes