Washington Dibêje Cezayê Dijî Îmamoglu Ne Hiqûqî Ye

Wezareta Derve ya Amerîka ser cezayê zindanê yê bo Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bertek nîşan da.

Cîgirê Berdevikê Wezareta Derve Vedant Patel da zanîn ku jiber ku dadgeheke Tirkîyê li Îmamoglu cezayê zindanê birîyê ew êşîyane û xeyalşikestî bûne.

‘’Ew cezayê neheq, dijî mafên mirovan e, dijî rêzdarîya bo azadîyan û dijî serdestîya hiqûqê ye’’ Patel got.

Wî da zanîn ku li Tirkîyê rêberên civaka sîvîl, medya, sîyaset têne tawanbarkirin û bi awayekî demdirêj têne girtin ku ew rewiş fikarên kûr çêdike.

Dadgeheke Tirkîyê do Çarşemê jiber heqareta li endamên lijneya hilbijartinê li Îmamoglu 2 sal 7 meh û 15 roj cezayê zindanê birî.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û partîyên din yên muxalefetê ser biryara dadgehê bi tundî bertek nîşan dan.

Partîyên muxalefeta Tirkîyê dê îro Pêncşemê li Saraçxane ya Stenbolê mîtîngekê çêkin.