Rêvebiriya serok Joe Biden qedexe danî ser hatina nav axa Amerîka ya Serdozgerê Giştî yê Slovakya Dobroslav Trnka û kurê wî Jakub Trnka.
Roja Pêncşemê Wezareta Derve ya Amerîka di daxyuaneykê de dibêje "Jiber gendeliyek mezin" ku dawiya sala 2019ê jiber çewit bikaranîna hêza xwe ya desthilatê tomarên derheqa dosya tawanê ya kuştina rojnamevanekî di sala sala 2018ê de veşartbûn.
Qedexe ji kurê serdozgerê Giştî yê Slovakya Jakub Trnka jî digire. Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di hesaba xwe ya fermî de li ser biryarê twîtek weşand û dibêje,
Former Prosecutor General Dobroslav Trnka’s corrupt actions undermined the rule of law in Slovakia. As a result, I am publicly designating Trnka as ineligible for entry into the United States. We remain #UnitedAgainstCorruption with our partners in Slovakia.
— Secretary Antony Blinken (@SecBlinken) February 25, 2021
"Karên gendeliyê yên ku serdozgerê giştî yê berê yê Slovakya encam dane, wekir ku serweriya yasayê bihê binpêkirin. Jiber wê yekê, Ezê bi zelalî Tranka dixim lîsta kesên nelayqî hatina nav axa Amerîka. Emê li gel hevparên xwe yên Slovakya yekgirtî bimînin." Blinken got.