Li Westchesterê Tevî Kêşeya Makîneyan Dengdan Didome

dîmenek ji ber navendeke dengdanê ya li Amerîka, 3'ê Mijdara 2026'an.

Li navçeya Westchester ya wîlayeta New Yorkê, tevî pirsgirêkeke li seranserê navçeyê ya têkildarî makîneyên ku dengên kaxezî tomar werdigrin, dengder li navendên dengdanê didomînin.

Desteya Hilbijartinê ya Westchesterê ragihand ku heta çareserkirina pirsgirêkê, kaxezên dengdanê di torbeyên taybet ên hilbijartinê yên rengê porteqalî de têne bicîh kirin.

Desteyê destnîşan kir dengderên herêmê dikarin bi destan jî dengê xwe bidin û herwiha deng dê bi awayekî ewle bên parastin û çavdêrîkirin, û piştre ewê bên jimartin.

Li Westchester ku beşek ji Herêma 17. a Kongresê ya New Yorkê ye, û nêzî 700 hezar dengderên tomarkirî hene.

Li vê heremê, pêşbirk jibo civata nûneran -di navbera nûnerê Komarî Mike Lawler û hevrika wî ya Demokrat Cait Conley- de, pêk tê.

Her du namzetan jî di daxûyanîyên li ser X’ê de bang li dengderan kir ku di rêzê de bimînin û dengên xwe bidin.

Dozgera Giştî ya wîlayeta New Yorkê Letitia James jî ragihand ku ofîsa wê, tekildarê mijarê bi berpirsên hilbijartinê yên wîlayetê û herêmî re di têkiliyê de ye.

Navçeya Westchesterê, ku bajarokên Yonkers û White Plains jî di nav de ne, li bakurê Manhattanê, li rex çemê Hudsonê ye û nifûsa wê ji yek milyon kesî zêdetir e.