Amerîka bo Çêkirina Mûşekên Tomahawk Peymanekê bi Milyaran Dolar Îmze Dike

Pentagon

Artêşa Amerîkayê û kompanya çekan a Raytheon îro Duşeme 17'ê Tebaxê peymaneke heft salî îmze kirin. Nirxê vê peymanê 22.9 milyar dolar e û armanca wê ew e ku çêkirina mûşekên Tomahawk bilez zêde bike.

Kompanîya Raytheon got ku ev peyman dê bihêle ew çêkirina mûşekan bilezînin, da ku her sal bêhtirî 1,000 mûşekên Tomahawk hilberînin.

Wezareta Cengê ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de got ku ev peyman beşeke ji planek dagirtî. Armanc ew e ku çekên giring zû werin hilberandin û tora dabînkirinê bihêz bibe, da ku derfetekê bide kompanîyên çekan ku karê xwe zêde bikin û karkerên nû wergirin.

Ev peyman di demekê de tê ku piştî êrîşên çend mehan ên Amerîkayê yên li ser Îranê, guman li ser kêmbûna cebilxaneya çekan çêbûbûn. Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump ev guman red kirin û ji Fox News re got ku çekên Amerîkayê bi kar anîne hindik in, wî da zanîn ku beşek kêm ji çekên Amerîka û cebilxaneya çekan ahtine kar anîn.

Ev peyman herwiha piştî çend peymanên vê mehê tê ku ligel kompanîyên din hatibûn îmzekirin, da ku çêkirina sîstemên berevanîyê yên Patriot û THAAD zêde bikin.