Wezareta Derve ya Amerîka Civîna Dijî Terorîzmê Dar Dixe

Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê (Photo by Kent NISHIMURA / AFP)

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio, dê di 16'ê Tîrmehê de mêhvandarîya civîneke wezîran ya li ser "Vegera Terorîzma Siyasî" bike.

Roja Çarşemê wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyanîyeke taybet de ragihand ku ewê bi pêşengîya Wezîr Marco Rubio civînê pêk bîne.
Li gor wezareta derve ya Amerîkayê, armanc ew e ku hevkarîya navneteweyî ji bo dijberîya terorîzma siyasî xurtir bibe.

Daxuyanî dibêje ku terorîzma siyasî ya çepgirên tundrê di salên dawî de li Amerîka, Ewrupa û Asyayê zêde bûye û bi armancgirtina sivîlan, karmendên hikûmetê, hêzên ewlehîyê û binesaziyên girîng û jibo civakên azad metirsîyê çêdike.

Li gorî wezaretê, Amerîka ji Mijdara 2025'an vir ve çar komên tundrê wekî rêxistinên terorîst destnîşan kiriye û xelatek ya bi 10 mîlyon dolarî jibo agahiyên li ser torên wan yên darayî ragihandîye.

Rubio dê di civînê de bang li hevbendan bike ku ew jibo astengkirina fînanskirina terorîzmê û parastina binesaziyên girîngparvekirina agahîyan, hevahengîya ewlehîyê û hewildanên hevbeş zêde bikin.