Koşka Sipî Belgeya Peymanên ligel Çînê Belav Dike

Koşka Sipî belgeyek weşand ku tê de behsa "peymanên dîrokî" dike yên ku di serdana Serok Donald Trump a Çînê hefteya borî de hatin kirin.

Li gor belgeya ku roja Yekşemê hat weşandin, herdu alî li hev kirin ku Komîteyên Bazirganî û weberhênanê yên Amerîkî-Çînê yên nû ava bikin da ku peywendîyên aborî yên dualî birêve bibin. Koşka Sipî van komîteyan wekî "kevirê bingehîn" ê rêkeftinê binav kir.

Belge dibêje ku Serok Trump û hevtayê wî yê Çînî X Jinping li hev kirine ku "peywendîyeke avaker a aramîya stratejîk li ser bingeha dadperwerî û wekhevîyê" ava bikin.

Ji alîyê bazirganî ve, belge dibêje ku Çînê kirîna destpêkî ya 200 firokeyên Boeing ên Amerîkî ji bo hêlên esmanî yên Çînî pejirand. Ev yekem pabendbûna wisa ye ji sala 2017'an vir ve.

Çînê herwiha soz da ku heta sala 2028'an herî kêm bi 17 milyar dolar salane berhemên çandinîyê yên Amerîkî bikire. Gihîştina bazarê ji bo goşt û mirîşkên Amerîkî jî hate vegerandin an berfireh kirin.

Belgeya Koşka Sipî herwiha dibêje ku Beijing razî bûye ku xembarîyên Amerîkayê yên li ser kêmbûna zincîra dabînkirina materyalên kêm ên erdî, di nav de mîneralên girîng ji bo pîşesazîyên berevanî û teknolojîyê, çareser bike.

Li ser mijarên ewlekarîyê, belgeyê got ku herdu rêberan li hev kirine ku Îran nikare çekekî navokî hebe, banga vekirina Tengava Hormuzê bêyî xercên bacê li ser barkirinê kirin, û armanca bêçekkirina Koreya Bakur ji nû ve piştrast kirin. Serok Trump herwiha Serok Xi vexwendî serdaneke fermî bo Washingtonê di meha Îlonê de kir.

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê, di daxuyanîyekê de roja Şemîyê, encama hevdîtinan wekî "erênî" binav kir, lê destnîşan kir ku "şêwirên şopandinê yên berfireh berdewam dikin" û herdu alî dê "encaman di zûtirîn dem de temam bikin."

Piştî civîna dawî li baregeha Zhongnanhai ya Beijingê, Serokê Çînê Xi got ku herdu alî li ser "dîtineke nû ya peywendîyeke avaker a aramîya stratejîk di navbera Çîn û Amerîkayê de" li hev kirine.