WHO Ser Rewşa Belavbûna COVID-19 li Çînê Pirtir Agahîyan Dixwaze

Rêvebirê Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Înê got ku bo ew rewşa Çînê binirxînin divê ji wir zêdetir agahî werin.

Tedros ji Twitterê got ku bo ew xeternakîya COVID-19 ya li Çînê bibînin divê ji wir agahîyên berfirehtir bi destê WHO’yê kevin.

Çînê dawî li polîtîkaya xwe ya sifir-COVID anî û piştî vê li seranserê wî welatî hejmara pêketinên vîrusa korona zêde bûn.

Amerîka, Hîndistan, Îtalya li rêwîyên ji Çînê mecbûr kirine ku bo ew derbazî welêt bibin testên xwe yên negatîf yên vîrusa korona raber bikin.

Jêder: Reuters