WHO Ser Zêdebûna Pêketinên Vîrusa Korona Dewletan Hişyar Dike

Tedros Adhanom Ghebreyesus

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di heft hefteyên dawî de cara pêşî hejmara pêketinên vîrusa korona zêdetir bûne.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku her çiqas ew jiber zêdebûna pêketinan xeyalşikestî bûne jî ew encam bo wan ne surprîz bûye.

Ghebreyesus bang li dewletên cîhanê kir ku têkoşîna xwe ya dijî vîrusa korona bidomîn û dîyar kir ku tedbîrên bo saxlemîya civakê bingeha têkoşînê çêdikin.

Wî herwiha bal kişand ser vaksînên li dewletên dewlemend û xizan û dîyar kir ku hin dewlet vaksînan li şûna ku bo karmendên saxlemîyê yên dewletên xizan bişînin, bo ciwanên ku rîska wan kêm bikar tînin.

Rêvebirê Rewşen Awarte yên WHO Mike Ryan jî da zanîn ku ji destpêka kempeynên vaksînên vîrusa korona ve rewiş baştir dibe, lê got ku bo ew bêjin belavbûna vîrusê rawestîye hîn pir zû ye.

Mike Ryan da zanîn ku divê ew ji xwe bipirsin ka ew vîrusê kontrol dikin yan vîrus wan kontrol dike û dîyar kir ku niha kontrol di destê vîrusê de ye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 114,697,519 kes bi vîrusa korona ketine û 2,544,655 kes bi wê mirine.