Wikileaks: Îsraîl Dixwaze Omer Suleyman Bibe Serokê Misirê

Omer Suleyman li Qahîre bi endamên opozisyonê re kom dibe.

Li gor peyamên diplomasî yên Amerîkî, ku li malpera Wikileaks hatîne eşkere kirin, ev çend sal in Îsraîl cîgirê nû yê serokê Misirî wek kesekî xwestî ji bo girtina cihê Serok Husnî Mubarek dibîne.

Wikileaks peyamên diplomasî yên sala 2008 yên balyozxanên Amerîkî li Qahîre û Tel Avîvê eşkere kirin ku xuya dikin, cîgirê serokî Omer Suleyman hevkariyeka nizîk ligel hikûmetên Îsraîlî û Amerîkî dike. Li wî demî, Suleyman serokê ajansa agehî ya Misirî bû.

Rojnama Daily Telegraph ya Brîtanî belgehnamên Wikileaks belav kir û li gor karbidestekê Amerîkî, ku nexwest navê wî bihête eşkere kirin, Îsraîl dixwaze Suleyman bibe serokê Misirî.

Piştî xwenîşandanên gelê Misirî, Birêz Mubarek, Omer Suleyman bo posta cîgirê serokî destnîşan kir.